Îlon 25, 2022 09:08 Asia/Tehran
  • Civînên Parlimana Iraqê dê vê hefteyê bên lidarxistin

Endamekî Komîteya Hevahengiya Şîeyên Iraqê nasyar bi Çarçoveya Hevahengiyê ragihand ku aliyên siyasî li hev kiriye ku civîna parlimana Iraqê vê hefteyê were lidarxistin.

Mehmûd Heyanî got: Lihevkirinek di navbera komên siyasî da heye ku civîna parlimana Iraqê roja 27ê Îlonê were lidarxistin.

Wî tekez kir ku van koman her wiha li hev kiriye ku ev civîn bêyî ti paşdaxistinekê were lidarxistin.

Vî endamê Çarçoveya Hevahengiyê got: Armanca lidarxistina civînên parlimanê, pesendkirina qanûnan e û damezirandina kabîneyê jî hewcedara lihevkirina navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê da ku ev pêvajo bi pêş da biçe.

Ev di halekî da ye ku Mihemed Şiya' El-Sûdanî berendamê Çarçoveya Hevahengiyê ji bo serokwezîrtiya Iraqê Sêşemiya derbasbûyî bi zêdetir ji 60 nûnerên parlimana vî welatî ra civiya û bernameyên kabîneya xwe şirove kirin.

Çarçoveya Hevahengiyê jî Duşemiya derbasbûyî bi beşdariya El-Sûdanî civînek li dar xist. Di vê civînê da ku bi amadebûna hemî rêberên vê komîteyê hat lidarxistin, rewşa herî dawî ya siyasî û ewlehiyê li Iraqê hat vekolandin.

 

Serepeyv