Dadgeha Federal a Iraqê hefteya bê li ser hilweşandina parlimanê biryar dide
Dadgeha Federal a Iraqê diyar kir ew ê roja 30’yê Tebaxê li ser dosyaya ku li ser hilweşandina parlimanê ji wan re hatine bicivin û biryar bidin.
Li gorî rapora Roj Newsê, Dadgeha Federal a Iraqê bi daxuyaniyeke kurt ragihand wan dosya hejmara 188 ya federal a 2022’an ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Tevgera Sedir Nesar Zuxeyir Rubeyî ve hatiye pêşkêşkirin, ji bo 30’yê Tebaxê paş xistine.
Di daxuyaniyê de tê gotin, di wê dosya navborî de tê daxwazkirin ku biryara hilweşandina parlimanê were dayîn û serokkomar girêdayî dema lidarxistina hilbijartina parlimanê ya li gor bendên madeya 64 a desturê bimîne.
Piştî ku Tevgera Sedir xwe ji parlimanaa Iraqê vekişand, daxwaza hilweşandina parlimanê dike û ji bo vê yekê jî bi rojane alîgirên wê di nava çalakiyan de ne.