May 13, 2022 18:13 Asia/Tehran
  • Iraq: Jinavçûna tam a DAIŞê nêzik e

Alîkarê Fermandarê Hêzên Hevpar ên Iraqê ragihand: Jinavçûna bi tamî ya DAIŞê nêzik e.

Ebdul-emîr Şemerî, Alîkarê Fermandarê Hêzên Hevpar ên Iraqê di civîna wezîrên Hevpeymaniya navneteweyî ya dijî DAIŞê li Merakeşê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê di halê naskirin û jinavbirina çeteyên mayî yên DAIŞê da ne û Iraq amade ye ku tecrubeyên xwe di warê têkoşîna dijî terorîsmê da di gel welatên din bi parve bike.

Di vê civînê da ku Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê jî beşdar bû, Şemerî hewildana dewletên erebî û cîhanê ji bo bidawîanîna terorîsmê, hevahengî û xebata hevpar û danûstandina navbera servîsên istixbaratî yên van dewletan ji bo kokbirkirina terorîsma DAIŞê pêwîst zanî.

 

Serepeyv