Sedir nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê ya ser bakurê Iraqê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i333370-sedir_nerazîbûn_nîşanî_êrişên_dewleta_tirkiyê_ya_ser_bakurê_iraqê_da
Rêberê Tevgera Sedir a Iraqî Muqteda Sedir got, eger êrişên dewleta Tirkiyê yên dagirkeriyê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam bike, wê bêbersiv nemînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2022 08:50 Asia/Tehran
  • Sedir nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirkiyê ya ser bakurê Iraqê da

Rêberê Tevgera Sedir a Iraqî Muqteda Sedir got, eger êrişên dewleta Tirkiyê yên dagirkeriyê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam bike, wê bêbersiv nemînin.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser êrişên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê ku li Herêma Kurdistanê dane despêkirin, li ser Twitterê daxuyaniyek da.

Sedir diyar kir, êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina mafê serweriyê yê Iraqê ye û ew êriş şermezar kir.

Sedir got, eger êriş dewam bikin wê bêdeng nemînin û bang li dewleta Tirkiyê kir ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike.

Sedir her wiha anî ziman ku ew amade ne tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên demokratîk û diyalogê bikin.