Fraksyona Partiya Demokrat li Parlimana Iraqê: Rêber Ehmed dê bi hêsanî dengê baweriyê werbigire
Endamekî payebilind ê Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) tevî tekeziya li ser îmkana wergirtina dengê baweriyê ji aliyê berendamê vê partiyê ji bo serokomartiyab Iraqê, ragihad ku Rêber Ehmed dê bi hêsanî dengê baweriyê ji Parlimana Iraqê werbigire.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Şerîf Silêman, endamê Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) li parlimana Iraqê got: Du rê ji bo bijartina serokkomar hene; Rêya yekem lihevkirina di gel tevgerên din ên siyasî bi armanca wergirtina dengê baweriyê ji bo Rêber Ehmed berendamê Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) ye.
Wî got: Rêya duyem, baweriya Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) bi hevpeymanên xwe li Hevpeymaniya sêalî bi armanca wergirtina dengê hewce ji bo berendamê vê cîgehê û bijartina Rêber Ehmed wek serokomarê Iraqê ye.