Çile 28, 2022 13:04 Asia/Tehran
  • Teqeziya Hadî Amirî li ser çareserkirina nakokiyên di navbera kurdan û derketina ji kêşeya siyasî ya Iraqê de

Serokê Hevpeymaniya Fetih li Iraqê di hevdîtina li gel şandeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Kurdan û derketina ji kêşeya siyasî ya niha li Iraqê kir.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê (WAA), Serokê Hevpeymaniya Fetih li Iraqê Hadî El Amirî duh Pêncşemê li gel şandeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya bi serokatiya Bafel Talebanî civiya.

El-Amirî der barê vê hevdîtinê de got: "Rêyên çareserkirina kêşeyên siyasî yên li welat û pêwîstiya berdewamiya gotûbêjan ji bo bidestxistina encamên rasteqîne û pejirandî li gorî çarçoweyên qanûnî û pîvanên siyasî ji mijarên hevdîtinên li gel YNKê bûn."

Serokê Hevpeymaniya Fetih li Iraqê herwiha got: “Çareserkirina kêşeyên di navbera aliyên siyasî yên navçê de girîng e, ji ber ku berdewamî û aloziya kêşeyan bandorê li ser tevayî rewşa Iraqê dike."

Şanda YNKê jî di vê hevdîtinê de tekezî li ser yekrêziya pratîk a siyasî û berdewamiya gotûbêjan ji bo bidestxistina encamên erênî li gorî viyana gelên Iraqê, kir.

Ji aliyê din ve parlamenta Iraqê roja 7ê Sibatê wek roja hilbijartina serokomarê vî welatî diyar kir.

Serokomarê Iraqê bi piraniya du ji sê(2/3) parên parlementeran û ji nav kurdan tê hilbijartin.

Serepeyv