Çile 27, 2022 19:02 Asia/Tehran
  •  Parlamentoya Iraqê roja hilbijartina serokomar diyar kir

Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê 7ê Sibata 2022, wek roja hilbijartina serokomar diyar kir.

Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê îro ragihand, 31ê vê mehê navê berbijêrên postê serokomariyê “piştî hûrbûna li ser belgeyan” dê bên ragihandin.

Li gor daxuyaniya Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, roja 7ê Sibatê jî dê rûniştineke taybet bi hilbijartina serokomarê nû birêve biçe.

Serepeyv