Çile 09, 2022 17:03 Asia/Tehran
  • Yekemîn civîna parlimana nû ya Iraqê dest pê bû

Yekemîn civîna parlimana nû ya Iraqê bi awayê fermî dest pê bû da ku tê da tevî sondxwarina nûnerên nû, namzedên postên serokatiya parlimanê û du cîgirên wî/wê bên diyarkirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Yekemîn civîna parlimana nû ya Iraqê ku biryar bû saet 11:00ê sibeha roja Yekşemiyê li gorî dema Bexdayê were lidarxistin, piştî çend caran derengiyê, îro berêvarê dest pê kir û Mehmûd El-Meşhedanî serokê temenî yê parlimanê di civîna îro ya parlimanê da hemî nûner û serokên fraksiyonên parlimanî xwest ku bên qqada meclîsê.

 

Berhem Salih serokomarê Iraqê deh roj berê bi daxuyaniyekê, ji nûnerên nû yên Parlimanê xwest ku yekemîn civîna xwe di roja 9ê Çileya 2022an da li dar bixin.

Di wê daxuyaniyê da hatibû ku li gorî Qanûna Bingehîn û li gorî dengê Dadgeha Federal derbarê piştrastkirina encama hilbijartina parlimanî, yekemîn civîna Parlimanê divê roja 9ê Çileya 2022an were lidarxistin.

 

Li gorî Qanûna Bingehîn a Iraqê, yekemîn civîna parlimanê bi serokatiya nûnerekî ku ji hêla temenî va ji hemiyan girtir e, divê were lidarxistin.

Çavkaniyên medyayî dibêjin ku heta niha, fraskyinên siyasî yên Iraqê li ser berendamên serokatiyên Parliman, serokomartî û serokwezîrtiyê li hev nekiriye.

 

 

Serepeyv