Hişyariya Muqteda Sedr derbarê ihtimala guherîna encamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330198-hişyariya_muqteda_sedr_derbarê_ihtimala_guherîna_encamên_hilbijartina_parlimanî_ya_iraqê
Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê derbarê her cûre guherîna di encamên dawiyê yên Hilbijartina Parlimanî ya vî welatî hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2021 08:38 Asia/Tehran
  • Hişyariya Muqteda Sedr derbarê ihtimala guherîna encamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê

Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê derbarê her cûre guherîna di encamên dawiyê yên Hilbijartina Parlimanî ya vî welatî hişyarî da.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Sumiriye Newsê, Muqteda Sedr, Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê wek berteka derbarê encamên dawiyê yên Hilbijartina Parlimanî ya vî welatî got: Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinê ji bo guhertina encamên hilbijartina parlimanî di bin zextê da ye.

 

Gotinên Sedr di halekî da ne ku Imad Cemîl Muhsin endamê Komîsiyona bilind a serbixwe ya hilbijartina Iraqê roja yekşemiyê ragihand: Gilî û daxwazên vekolandina serxtekariyê û hejmartina destî ya dengên sindoqan li ser encamên hilbijartina parlimanî bandor kiriye û hin guhertin pêk anîne.