Mijdar 05, 2021 19:55 Asia/Tehran
  • Bi dawî hatina hejmartina bi destan a dengan li navçeyên çar parêzgehên Iraqê

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê bidawîhatina hejmartina bi destan a dengan li navçeyên nakok li çar parêzgehên mayî yên Diyala, Babil, Kerbela û Necefê ragihand.

Li gorî rapora îro Îniyê ya ajansa nûçeyan a ISNA`yê; Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Hijmartina bi destan a dengên navçeyên nakok li van her çar parêzgehan bi amadebûna çavdêrên navdewletî û nûnerên namzedên hevrik li navçeyên wan parêzgehên navborî hat encamdan.

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê tekez kir, ku encamên bi destan hejmartina dengên van navendan dê ji komîsyonan re bên pêşkêşkirin da ku fermanên guncaw bidin.

Li gorî vê raporê, îro jî biryar bû ku navçeyên “El-Kerx û El-Rasafa” yên Bexdayê bêne lêkolînkirin, da ku giliyên van deveran bi temamî bên çareserkirin.

Hilbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê di 10ê Cotmeha 2021ê de hatin lidarxistin û li gorî encamên Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, Sedir bi 73 kursiyan di serê encamên hilbijartinên Parlamenta Iraqê de cih girt.

Hin grûpên siyasî yên Iraqê daxwaz ji dezgeha dadweriya Iraqê kirin ku nerizamendiyên derbarê encamên hilbijartinên parlemanî hilkolin.

Serepeyv