Cotmeh 16, 2021 21:41 Asia/Tehran
  • Sedir derbarê Nûrî Malikî: Ew hat ceribandin û serkeftî nebû, cardin nayê ceribandin

 Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir peyamek ji Nûrî Malikî re şand û jê re got: “Tu hatî ceribandin û tu serkeftî nebûyî, careke din tu nayê ceribandin.”

Muqteda Sedir peyamek ji Partiya De'wa re şand û li ser Nûrî Malikî got: “Hat ceribandin û serkeftî nebû, careke din jî nayê ceribandin.”

Rêberê Tevgera Sedir, Partiya De'wa bi hevkariya "Şeytanê Mezin" tohmetbar kir, ku mebesta wî Amerîka ye.

Beriya niha Nûrî Malikî ragihandibû ku ji bo Parlamenta Iraqê 93 namzedên wî bi ser ketine û ji bo ku ew bibe serokwezîr piştevaniya wî dikin.

Muqteda Sedir beriya niha lijneyek ji bo gotûbêjên pêkanîna hikûmetê ava kiribû û bi daxuyaniyekê ragihandibû: “Em hemû aliyên siyasî agahdar dikin ku lijneya diyarkirî ji bo pêkanîna hikûmeta dahatû ya Iraqê, nûnertiya Tevgera Sedir dike.”

Sedir gotibû ku lijneya navborî hemû desthilata wê heye, da ku hevpeymaniyekê ji bo vê qonaxê çêbikin, ev jî li ser bingeha berjewendiya giştî.

Serepeyv