Balafirên Tirkiyê li Şengalê otomobîlek bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i328634-balafirên_tirkiyê_li_Şengalê_otomobîlek_bombebaran_kir
Li herêma Şingalê, balafirên şer ên Tirkiyê otomobîleke bombebaran kirine û ji ber wê bordûmanê jî kuştî û birîndar hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2021 18:18 Asia/Tehran
  •  Balafirên Tirkiyê li Şengalê otomobîlek bombebaran kir

Li herêma Şingalê, balafirên şer ên Tirkiyê otomobîleke bombebaran kirine û ji ber wê bordûmanê jî kuştî û birîndar hene.

Fermandarê Pêşmergeyên Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re axivî û ragihand beriya bi demekê balafirên şêr ên Tirkiyê li sînorê îdareya Şingalê baregeh û otomobîla hêzên Yekîneyên Berevaniya Şengalê (YBŞ) kiriye armanc.

Herwiha Qasim Şeşo da zanîn balafiran baregeha YBŞê baskê PKKê yê Şengalê kiriye armanc û heta niha jî balafir li herêmê û li ser çiyayê Şingalê digerin.

Li aliyê din Berpirsê Lîjneya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Senûnê Êzdîn Şemo jî ji BasNewsê re tekez kir ku otomobîleke YBŞê li herêmê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatiye bordûmankirin û li gor zanyariyên destpêkê kesekî di nav vê otomobîlê hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Hêjayî gotinê ye ku êrişên wiha bi alîkariya sîxorên xwecî ku bi MITê re hevkariyê dikin pêk tên.