Tebax 06, 2021 09:14 Asia/Tehran
  • Li Polanyayê 50 penaberên Iraqî hatin desteserkirin

Fermangeha Parêzvaniya Sînorî ya Polanyayê ragihand; komeke mezin a penaberên neqanûnî li deverên sînorî yên Polanya û Belarusê hatine desteserkirin.

Koma penaberan ji 62 kesan pêk hatiye û bi awayekî neqanûnî derbasî nav sînorê Polanyayê bûne.

Li gor daxuyaniya fermangehê; ev koma herî mezin a penaberên neqanûnî bûye ku bi hev re li Polanyayê hatine desteserkirin.

Hêzên Parêzvaniya Sînorî ya Polandayê eşkere kiriye ku 50 kesên ji wan penaberên ku hatine desteserkirin, welatiyên Iraqê ne û 11 penaber jî xelkê Îranê ne û kesek jî ji welatê Kamerûnê ye.

Herwiha welatiyekî Ukraynayê jî ji ber derbasbûna sînor, hatiye desteserkirin.

Serepeyv