Dirêjtirîn pêvajoya teblîxata hilbijartinê di dîroka Iraqê da dest pê kir
Komîsaryaya bilind a Hilbijartina Iraqê qala destpêkirina teblîxata hilbijartina berendam û hevpeymaniyên siyasî di hilbijartina parlimanî ya berwedxt a Iraqê kir ku dê heta sê mehan dirêj bibe.
Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Çavkaniyên ser bi Komîsaryaya bilind a Hilbijartina Iraqê ragihandin ku teblîxata berendaman dê bi qasî sê mehan were domandin û 24 saetan beriya dengwergirtinê dê bi dawî bibe.
Van çavkaniyan destnîşan kirin: Ev dirêjtirîn heyama teblîxatê ye da ku berendam bernameyên xwe yên hilbijartinê bidin nasandin.
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku qanûna hilbijartinê amaje bi hejmartina elektronîkî ya dengan kiriye, lê hin komên siyasî daxwaza hejmartina elektronîkî û destî bi mebesta zelalkirina hilbijartinê dikin.
Hilbijartina parlimanî ya berwext a Iraqê dê 10ê Cotmeha 2021ê were lidarxistin.