Komîteya Mafdariyê ya Parlimana Iraqê: Hilbijartina parlimanî dê di dema diyarkirî da were lidarxistin
Hezîran 13, 2021 17:41 Asia/Tehran
Alîkarê serokê Komîteya Mafdariyê ya Parlimana Iraqê ragihand: Hilbijartina parlimanî ya berwext a vî welatî dê di dema diyarkirî da were lidarxistin.
Alîkarê serokê Komîteya Mafdariyê ya Parlimana Iraqê ragihand: Hilbijartina parlimanî ya berwext a vî welatî dê di dema diyarkirî da were lidarxistin.
Li gorî rapora Baghdad Al-Yawmê, Hemîd El-Xezî, Alîkarê serokê Komîteya Mafdariyê ya Parlimana Iraqê îro Yekşemiyê got: Heta niha daxwazek ji aliyê partiyên siyasî yên welêt jibo reforma qanûna hilbijartinê nehatiye raberkirin û di dema niha da mijara paşdaxistina hilbijartina berwext di rojevê da nîne.