Serokê Hevalbendiya El-Fetîh: Divê hikûmeta Iraqê li ser êrîşa Amerîkayê ya ser deverên sînorî yên bi Sûrîyê re lêkolîn bike
Serokê Hevalbendiya El-Fetîh li parlemana Iraqê, bang kir ku vekolîn li ser êrîşên esmanî yên arteşa Amerîkayê li ser tixûbê Sûriye-Iraqê were kirin.
Balafirên arteşa Amerîkayê sibeha Înê devera di navbera Bûkmal li Sûriyê û El-Qaim li Iraqê li ser sînorê di navbera her du welatan kirin armanc.
Li gorî televîziyona Al-Mayadin roja duşemiyê, Hadî el-Amîrî, serokê Hevalbendiya El-Fetah li Iraqê, got ku hêzên el-Heşd el-Şebî aghî hene ku nîşan didin Amerîkîyan hêzên vê rêxistinê kirine armanc û îdiaya wan ya armancgirtina komên Iraqî yên Berxwedana Îslamî li Sûriyê ne rast e.
El-Amirî bang li Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî kir ku vekolînên gotinên wezîrê Parastinê yê Amerîkayêdi derheqê pevguhertina agahiyan digel hukumeta Iraqê derbarê êrîşî ser tixûbê Iraq-Sûriyê lêkolînê bike.
Ehmed el-Esedî serokê koalîsyona el-Fetah û endamê parlemana Iraqê jî got ku 30 kes di êrişên Amerîkî ser hêzên el-Heşdî el-Şebî û baregehên leşkerî li ser sînorê Sûriya hatin kuştin û birîndar kirin.
Li dû van êrişan, Pentagonê di daxuyaniyekê de got ku artêşa Amerîkî li ser fermana serokomarê Amerîka Joe Biden ev êriş pêk aniye û dewleta Iraqê ser vê yekê agahdar bûye.
Wezareta Berevaniya Iraqê gotinên Wezîrê Berevaniya Amerîkayê red kir.