​​​​​​​Şandeyek ji Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraq û şêwirmendê wî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321437-Şandeyek_ji_Şengalê_serdana_nivîsgeha_serokwezîrê_iraq_û_şêwirmendê_wî_kir
Duh şandeyek ji Şengalê çû Bexda û serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraq û şêwirmendê wî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 16, 2020 06:29 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Şandeyek ji Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraq û şêwirmendê wî kir

Duh şandeyek ji Şengalê çû Bexda û serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraq û şêwirmendê wî kir.

Hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê di 9’ê Cotmehê de peymanek der barê mijarên rêvebirin û leşkerî yên Şengalê de îmze kir. Hin şêniyên Şengalê nerazîbûn nîşanî vê peymanê didin.

Ji 14’ê Cotmehê de şandeyek ji nûnerên Meclisa Rêveberiya Şengalê û nûnerên saziyên sivîl û rûspiyên Şengalê serdana rayedarên iraqî kir, da ku hin mijarên girêdayî Şengalê nîqaş bikin.

Duh jî şandeyê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şêwirmendê wî ya li paytexta Iraqê Bexdayê kir.

Şandeyê di demeke berê de, serdana cîgirê serokê parlemanê Hesen Keibî, rêveberên Teyar Sedrî, Esayib Ehl El-Heq, cîgirê fermandariyê oprasyonên Iraqê, serokê Hevbendiya Nesir a bi serkêşiya serokê hikumetê yê berê Heyder Ebadî, rêveberên Keldanî û Hevbendiya  Dewleta Qanûn a bi serkêşiya Nûrî Malikî kiribû.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku şandeyek ji fermandariya Heşida Şebî û parlamenterê iraqî Muxtar Mûsewî serdana Şengalê kir û bi rûspiyên Şengal û nûnerên saziyên rêveberî û ewlehî re civiya û hin xalên peymana der barê Şengalê de red kir.