Iraq - 95 kesên din bi Koronayê mirine
Tîrmeh 12, 2020 21:02 Asia/Tehran
Wezareta Tenuristî û Jîngeha Iraqê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê belav kir û ragihand 95 kesên din ji ber nexwşiya Koronayê can dan û 2 hezar û 312 kesên din jî bi Koronayê ketine.
Li gor ragihandina Wezarata Tenduristiya Iraqê, di 24 saetên burî de 95 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 312 kes jî li seranserî Iraqê bi Koronayê ketin. Herwiha hatiye ragihandin 1 hezar û 645 nexweş jî baş bûne
Hejmara haletên başbûnê li Îraqê heya niha gehitîye 44 hezar û 724 haletan û hejmara pêketiyan jî gehişte 77 hezar û 506 kesan.
Herweha hejamra mirîyan jî bi sedema vîrusa Koronayê gehişte 3 hezar û 150 kesan.