Tîrmeh 10, 2020 22:21 Asia/Tehran
  • Iraq: Tişta Tirkiye dike binpêkirina serweriya Iraqê ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku tişta ku Tirkiye li hemberî Iraqê dike binpêkirina serweriya Iraqê ye û got ku Iraqê ji bo bersivdayînê çend kartên xwe hene.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji kanala Bexdad Alyum re axivî û diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) sorkirinek eşkere ye û hikûmeta Iraqê bi hemû awayî red dike. Ehmed Sehaf destnîşan kir ku eva dijderketin e ji bo piştgiriya Kurdane û got ku niha Tirkiye yekalî êrişan dike.

Ehmed Sehaf destnîşan kir ku ev karê Tirkiyê wê aloziya li ser sînorê herdu welatan zêde bike û wê ji bo ti aliyan encamek baş neyîne. Ehmed Sehaf daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina serweriya yekparçebûna Iraqê  piştgiriya Iraqê bike.

Ehmed Sehaf destnîşan kir ku yasayên navneteweyî piştrast dike ku Iraqê mafê bersivdayînê heye û dikare piştgiriya Konseya Ewlehiyê, Komkara Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî jî bi dest bixe. Ehmed Sehaf da zanîn ku dikarin kerta veguhestina bazirganiya di navbera wan de ku salane zêdetirî 16 milyon sûdê digihîne Tirkiyê û bi dehan kompanyayên Tirkiyê yên li Iraqê bi kar bînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyar kir ku hemû kertên çavkaniya enerjiyê, hilbijartekên din li ber Wezareta Derve ya Iraqê ye û got ku eger bi riya siyasî nehate çareserkirin wê serî li van kertan bidin.