Berhem Salih: "Destdirêjiya Tirkiyê sser axa Iraqê divê were rawestandin"
Tîrmeh 09, 2020 09:24 Asia/Tehran
Serokomarê Iraqê daxwaza pêwîstiya rawestandina destdirêjiya leşkerî ya Tirkiyê ser axa Iraqê kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê Sputnikê, Berhem Salih Serokomarê Iraqê li ser pêwîstiya rawestandina destdirêjiya leşkerî ya Tirkiyê ser axa Iraqê pêgirî kir.
Berhem Salih roja Çarşemiyê mazûvanê hejmareke balyozên welatên erebî li Bexdayê bû.
Berhem Salih di vê hevdîtinê da ji helwêsta welatên dost û bira û Yekîtiya Ereban di piştevaniya ji IOraqê li hemberî dewama destdirêjiya Tirkiyê û piştevaniya ji ewlehî û aramiya Iraqê sipasî kir.