Tîrmeh 06, 2020 22:47 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê 3 kes hatin girtin ku dixwastin polîsan teror bikin

Li Kerkûkê 3 kes hatin girtin ku dixwastin efser û polîsên Kerkûkê teror bikin.

 Rêveberiya polîsê Kerkûkê ragihand, duhî li Kerkûkê 3 kes hatin girtin ku pilan danîbûn bi çekên bêdeng efser û polîsên Kerkûkê teror bikin.

Li gorî agahiyan, ew kesên han xelkê bajarokê Hewîce yê Kerkûkê ne û fermana girtina wan ji mêj ve hatibû dayîn.