Tîrmeh 06, 2020 14:05 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê gundekî Xaneqînê dan ber topan

 Gundekî bajarê Xaneqînê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat topbarankirin.

Qaymeqamê nahiya Seidiye ya bajarê Xaneqînê, Ehmed Wirgoşî ji BasNewsê re got: Derengiya şeva borî terorîstên DAIŞê gundê Mercane li nêzîkî nahiya Seidiye dan ber topên hawanê.

Ehmed Wirgoşî her wiha got, top li nav zeviyan ketine ji ber wê jî ti ziyaneka canî nebûye.

Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed jî ji BasNewsê re got, şeva borî terirîstên DAIŞê êrişî binkeya polîs li naihya Şareban kirin, lê rastî bersiva tund ya hêzên polîs hatin û reviyan.