Iraqê bi tundî bertek nîşanî destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê vî welatî da
Tîrmeh 05, 2020 09:13 Asia/Tehran
Berdevkê dewleta Iraqê destdirêjiya Tirkiyê ser bakurî wî welatî şermezar kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Ehmed Mela Telal, Berdevkê dewleta Iraqê Şemiyê bi şev got: "Destdirêjiya hêzên Tirkiyê binpêkirina aşkira ya serweriya Iraqê ye û Tirkiye berpirsa rijandina xwîna bêgunehan li vê navçeyê ye."
Telal di vê daxuyaniyê da tevî amajeya bi vexwendina balyozê Tirkiyê bo cara duyem û ragihandina itiraza tund a Bexdayê bo wî, ji civatên navneteweyî xwest ku van destdirêjiyên Enqerê şermezar bikin.