Tîrmeh 03, 2020 20:50 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyên koronayê li Iraqê ji %600 zêde bû 

Li Iraqê di nava rojekê de 2 hezar û 312 kes tûşî koronayê bûn û 102 nexweşên koronayê jî canê xwe ji dest dan. Bi vî rengî ji meha derbasbûyî ve hejmara tûşbûyên koronayê li Iraqê ji %600 zêde bû.

Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê dawîn amarên nexweş û qurbaniyên vîrusa koronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 saetên dawîn de, 12 hezar û 176 pişkinînên koronayê hatine kirin û di encamê de 2 hezar û 312 tûşbûyên nû yên koronayê hatine destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê, 102 nexweşên din ên Covid-19 canê xwe ji dest dane.

Herwiha hatiye diyarkirin ku 1,688 nexweşên vîrusa koronayê jî piştî wergitina çareseriya pizîşkî rewşa wan asayî bûye û ji wê vîrusê rizgar bûne.

Ev amarên ku ji aliyê Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê ve hatine belavkirin, amarên koronayê yên li Herêma Kurdistanê jî li xwe digirin ku ji aliyê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ve hatibûn belavkirin.

Heta niha li Iraqê 56 hezar  û 20 kes tûşî koronayê bûne û ji wê hejmarê jî 29 hezar û 600 kes baş bûne û 262 tûşbûyên koronayê jî canê xwe ji dest dane.