Tîrmeh 03, 2020 15:45 Asia/Tehran
  • Iraqê bo Tirkiyê: Wê hemû bijarde li ber me vekirî be

 Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku wê destwerdana ti welatan nakin û wê qebûl nekin destwerdan li xaka welatê wan jî were kirin. Herwiha destnîşan kir ku li beramberî her êrişekî li ser serweriya wan pêk were û serweriya wan were binpêkirin hemû bijarde vekirî be.

    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyar ku wê karê yek aliyane yê çareseriya pirsgirêka ewlehiyê neketin û dûbare kir ku li beramberî her êrişekî li ser serweriya wan pêk were û serweriya wan were binpêkirin hemû bijarde vekirî be.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê ji ajansa Sputnikê ya Rûsyayê re axivî û diyar kir ku bi riya daxuyaniyê êriş şermezar kirine û daxwazna me jî pêşkêşî balyozên Tirkiyê kirine, lê heta niha êriş û bombebaranên wan nerawestiyane.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf da zanin ku vê jî hikûmeta Iraqê, rûbirûyî acizbûna raya giştî ya Ereb û Îslamê kiriye, lewma dibe li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî gilî were kirin.