Hezîran 30, 2020 22:32 Asia/Tehran
  • Hizbulaha Iraqê: Em wek hêza berxwedanê çek danaynin Erdê

Hizbulaha Iraqê ku beşek ji Heşda Şebiya vî welatî ye ragihand ku ew çek danaynin erdê. Wê herwiha da diyarkirin ku ewê dijî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî doza yasayî vekin.

Li gorî ajansa Reutersê duh hemû hêzên Hizbulaha Iraqê bi kefalet hatine berdan.

Piştî ku hemû endamên Hizbulaha Iraqê hatin berdan,   Hizbulaha Iraqê ya ser bi Heşda Şeebî, ragihand ku ti belgeyek dijî hêzên wê nehatiye îspat kirin.

Hizbullaha Iraqê da zanîn ku ewê ji ber vê yekê dijî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî doza yasayî vekin.

Berdevkê Hizbulaha Iraqê Cehfer Hisênî jî got ku ew bi ti awayek çek danaynin.

Hêjayî gotinê ye di 26’ê Hezîranê de Hêzên Taybet ên Asayîşa Iraqê li başûrê Bexdayê li dijî Hizbullaha Iraqê operasyonek dan destpê kirin. Gorî agahiyan nêzî 23 endamên Hizbulahê hatibûn girtin.