Hezîran 02, 2020 17:29 Asia/Tehran
  • Qonaxa duyem a Operasyona ‘Lehengên Iraqê’ ya li dijî DAIŞ`ê dest pê kir

Îro serokwezîrê Iraqê û fermandarê giştî yê hêzên çekdar li Iraqê Mistefa Kazimî gihêşt navenda operasyonên hevbeş a li herêma Kerkûkê da ku operasyona "Lehengên Iraqê" bişopînin.

Li gor Someriya Newsê, der barê Operasyona ‘Lehengên Iraqê’ berdevkê Ragihandinê yê Fermandeyê Giştê hêzên çekdar ên Iraqê  Yehya Resûl got: Operasyona ‘Lehengên Iraqê’ ji îro sêşemê serê sibê ve li gor telîmata serokwezîr Mustefa Kazimî fermandeyê gişt hêzên çekdar ê Iraqê û li bin çavdêriya navenda operasyonên hevbeş li deverên başûrê rojhilatê parêzgeha Kerkûkê despê kiriye. 

Berdevkê Ragihandinê yê Fermandeyê Giştê hêzên çekdar ên Iraqê diyar kir ku armanca operasyona bi navê “Lehengên Iraqê” ew e ku ewlehî û aramiyê geş bike, jêderên terorê qut bike, her wiha bermahiyên DAIŞ’ê yên li herêmên başûrê rojavayê Kerkûkê û yên li sînorê di navbera parêzgehên Selahaddîn û Kerkûkê de têk bibe.

Qonaxa yekem a Operasyona ‘Lehengên Iraqê’ li rojavayê Iraqê li parêzgeha Enbarê û derdora wê li Sibata 2020 bi dawî hat.

Ji ber êrişên domdar ên çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmên ku bi navê "Sêgoşeya Mirinê" tê naskirin ên di navbera parêzgehên Diyala, Kerkûk û Selahaddîn de ev operasyon pêk hat.

Di Gulana borî de, çeteyên DAIŞ’ê gelek êriş li ser nuqteyên ewlehiyê yên li Iraqê pêk anîn û di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.