Kazimî biryara kêmkirina mûçeya kesên payebilind da
Hezîran 01, 2020 00:54 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çarçova reforma darayî de, biryar da ku mûçeyê kesên payebilind kêm bike.
Duh serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi lijneya reforma darayî ya Desteya Wezîran a Iraqê re civiya. Di civînê de behsa kêmkirina mûçeyê kesên payebilind yên Iraqê hate kirin.
Piştî civînê hate ragihandin ku ewê biryarên ji bo wekhevî û reformên darayî bicih bikin. Serokwezîrê Iraqê biryar daku cûdahiya mûçeyê kesên teqawîdbûyî çareser bike û mûçeyê kesên paye bilind jî kêm bike.
Li gorî daneyên ne fermî, li Iraqê 250 hezar karmend hene ku 3 distînin. Beşek ji vane parlamenter, wezîr û girtiyên siyasî ne. Li gorî daneyên fermî jî, zêdetirî 200 hezar teqawîdên siyasî li Iraqê hene.