May 31, 2020 20:09 Asia/Tehran
  • DAIŞ’ê li Iraqê êrişek pêk anî, kuştî û birîndarên hêzên Iraqê hene

Di encama êrişa koma terorîst a DAIŞ’ê ya li dijî nuqteyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê li başûrê parêzgeha Selahaddîn de endamekî hêzên Iraqê hat kuştin û hin kesên din birîndar bûn.

Li gorî kanala El-Hura, çeteyên DAIŞ’ê li gundê Seiwyowiye yê navçeya Muitesîm a başûrê parêzgeha Selahaddîn êrişî hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir. Di encamê erişê de polîsek hate kuştin û çend polis jî birîndar bûn.

Duh ajansa Nîna ya Iraqê ragihandibû ku hêzên ewlehiyê 11 çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê girtine. Birêveberiya Îstixbaratê bi daxuyaniyekê wiha dabû zanîn: "Li gorî hin agahiyên îstixbaratê, 11 çeteyên DAIŞ’ê li herêmên cuda yên Mûsilê hatin girtin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesên hatine girtin, der barê wan de doz hebûn.