Kanûn 04, 2019 09:53 Asia/Tehran
  • Girtina Alîkarê Ebûbekir El-Bexdadî li Iraqê

Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê alîkarê Ebûbekir El-Bexdadî serkirê koma terorîst a DAIŞê li bakura vî welatî girtin.

Li gor IRNA, Erkantiya Hevpar a Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku duh sêşemê hêzên  ewlehî û polîsê El-Huweycê li parêzgeha Kerkûkê li apartemanekê de Ebûxeldûn  alîkarê Ebûbekir El-Bexdadî serkirê koma terorîst a DAIŞê girtin.

Ev cinayetkar ku wek fermandeyê terorîstan li parêzgeha Selahedînê li bakura Bexdayê dixebitîbi navê derew Şeilan Ubeyd xwe li Kerkûkê veşartibû ku hate girtin.

Koma terorîst a DAIŞê ku Ebûbekir El-Bexdadî serkirdeyê wê bû bi alîkarî û piştgiriya malî û leşkerî ya welatên wekî Amerîka, Tirkiye, erebistan û Qeterê û Rejîma Siyonîstî hin beşên mezin ji axa Iraq û Sûriyê dagîr kirin, lê belê van welatan bi alîkariya Îran û Rûsyayê ev koma terorîst têk birin û axa van du welatan rizgar kirin .

Vê koma terorîst heta li welatên ewropî jî dest avête kiryarên terorîstî ku ya herî dawiyê hefteya borî li Londonê bû.