Pêgiriya serokwezîrê Iraqê li ser mafê xwenîşandana aram
Mijdar 14, 2019 17:38 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku rêzê li mafê gel jibo xwenîşandana aram li Iraqê digire û jibo piştevaniya ji xwenîşanderan hewil dide.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Adil Ebdulmehdî di hevdîtina digel desteya ewropî li Bexdayê got: Min destûrên ciddî jibo bikarneanîna tundiya gellek zêde li dijî neraziyan dane.
Wî her wiha di vê hevdîtinê da soz da ku hin lêkolînan derbarê bûyerên kuştinê di xwenîşandana aram da pêk bên û vê dosyeyê bişîne saziya dadweriyê.