Îlon 20, 2019 19:04 Asia/Tehran
  • Bexdayê daxwaza Erebistanê bo kirîna niftê ji Iraqê derew da zanîn

Şîrketa peydakirina bazarê ya nifta Iraqê rapora têkildarî daxwaza Erebistanê bo wergirtina nifta xav ji vî welatî pûç û bêbingeh da zanîn.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Heyder El-Keibî, rêveberê raghandinê yê şîrketa dewletî ya peydakirina bazarê bo nifta Iraqê ( Somo) berêvara pêncşemiyê li gotûbêja bi ajansa fermî ya vî welatî ( INA) re rapora hin medyan derheq daxwaza Erebistanê ji Iraqê bo wergirtina  nifta xav derew da zanîn.

El-Kebî li vê barê diyar kir: Şîrketa Somoyê daxwaza Erebistanê ji Iraqê bo wergirtina niftê tam derew da zanîn û tu cure hevhatineke fermî an daxwazek ji aliyê siûdî li vê barê tine.

 Elî Nizar Şeter, cîgir şîrketa Somoyê li karûbarên  nifta xav jî li vê barê teqez kir ku tu têkiliyek navbera vê şîrketê û şîrketa neteweyî ya nifta Erebistanê( Aramkoyê ) li bara vê meselê pêk nehatiye.

 Eva li halekê ye ku  pêştir rojnama Wall Street Journalê raghandibû ku Erebistanê wek berteka li hember kêmbûna berhemên nifta xwe li encama  êrişa balefirên cengê ya vê dawiyê ser Teşkîlata  niftê ya Aeramkoyê li navçên rojhilata vî welatî, bo palîngehên xwe yên xwecihî ji Iraqê daxwaza 20 milyon bermîl nifta xav kiriye.