Heşda şebî êrişa DAIŞ`ê ser meqereke li parzêgeha Diyala Iraqê bêencam kir
Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê êrişa terorîstên DAIŞê ser yek ji meqerên xwe li bajarê Xanrqînê li parêzgeha Diyalê li rojhilata vî welatî bêencam kirin.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, û ji zarê televîzayona Firatê, beşa raghandinê ya Heşda Şebî ya Iraqê raghand: Hin yekînên van hêzana êvara duşemiyê tevî pûçkirina êrişa terorîstî ya endamên DAIŞê li bajarê Xaneqînê, endamekî întiharî yên terorîstan kuştin û kesek jî birîndar kirin.
Yekîna ewlehiyê ya hêzên Heşda Şebî yên Iraqê her wiha îro sêşemiyê, çend meqerên eskerî yên sexte ku bi îstifada xirab ji navê Heşda Şebî li navçên curbicure Bexdayê xebat dikirin, nas kirin û tehtîl kirin.
Dewleta Iraqê kanûna 2017`an azadkirina erdên vî welatî ji lepên koma terorîstî ya DAIŞ`ê raghand lê xebata berbilav a endamên vê koma terorîstî li cihên curbicure Iraqê bi taybet bakur, rojava û navçên derdora Bexdayê didomin.
Hêzên ewlehiyê û hêzên Heşda şebî li Iraqê li operasyonên curbicur heya niha karîne piraniya endamên DAIŞ`ê li navçên curbicure vî welatî bigrin û hejmarek ji wan jî bikujin.