Rêberê Înqilaba Îslamî siyasetên giştî yên Malbetê ragihandin
Hz. ayetullah uzma Xamineyî rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li çarçova cihanîna xala yekem a esla 110 a Qanûna Bingehîn, siyasetên giştî yên Malbetê ku piştî şêwirîna bi Civata Lêkivşkirina Xêr û Kara Nizama Îslamî, hatin pesendkirin, dan diyarkirin.
Malpera Ragihandinê ya Nivîsgeha rêberê Înqilaba Îslamî da zanîn ku naveroka siyasetên giştî li bara Malbetê ji bo serokên sê teşkîlatên birêvebirina karûbarên welêt û ji bo serokê Civata Lêkivşkirina Xêr û Kara Nizama Îslamî hate şandin. li vê naverokê de desnîşan bûye: Malbat yekîneya bingehîn û xêmê civaka Îslamî û navenda pêşketin û kemilîna însan û palpiştiya tendirustî, saxlemî, geşatî, qawet û pêşveçûna menewî ya Îranê û nizama Îslamî ye.
Li gor van siyasetên giştî herwiha hatiye diyar kirin ku pêkanîna civakek ku malbet jêra bibe mêhwer û binge û bi hêz û qahêmkirina xêmê malbatê û karekterên wê yên sereke li gor bingeh û fêrkariyên Îslamê divê hertim were berçav girtijnê çûnku li gor wan bingeh û fêrkariyan malbat wek navenda kemilîn û perwerdehiya zarokan û wek sitareke hêmen ji wan re hatiye dîtin, Herwiha divê ku malbat li qanûn û qayide û qiraran, li bername û siyasetên îcrayî û li gişt destûr û bingehên fêrkarî, perwerdehî, çandî, civakî û aborî bitaybetî li pergala mesken û bajarsaziyê hertim bi awayekî hêja û guncaw were berçavgirtin.
Mezin û berbiçavkirina taybetmendiyên pêwendiyên malbat û mizgevtê ji bo parastin û çêtirkirin û geşepêdana cih û şûna pênaseya îslamî û neteweyî ya malbatê û parastina nirxên malbat û civakê û pêkanîna tevgera mezin û giştî ya neteweyî ji bo rewacdayîn û hêsankirina zewaca serkevtî û hêsan di navbera kiç û xurtan û mirovên ku gihêştine temenê zewacê de û pêkanîna malbatê û jiholêrakirina ezebetî û nezewicînê li civakê de bi saya danîna siyasetên îcraî û qanûn û qayide û qirarên teşwîqî û piştgîrîkirinê û çandsazî; herwiha binrxzanîna pêkanîna malbateke hêja bi saya suneta Xwedê Teala ji wan babetên din bûn ku li siyasetên giştî yên Malbatê hatine diyarkirin. Çawa ku berî viya jî hate gotin, rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ev siyasetana ji bo serokên sê teşkîlatên birêvebirina karûbarên welêt û ji bo serokê Civata Lêkivşkirina Xêr û Kara Nizama Îslamî dane diyarkirin.