Etîqexana Cewahirên Neteweyî ya Îranê
Hezîran 20, 2020 23:14 Asia/Tehran
Entîqexane anku muzeya cewahiran a Neteweyî ya Îranê ku wekxîzneya cewahirên hikûmetî jî tê naskirin ayidî bankê Navendî ya Îranê ye ku pê re xizîneyek ji dîrok û çanda kevn a Îranê dibêjin.
Cewahir û tiştên bi qîmet a xizîneya cewahiran li 36 paran hatiye rêzbendîkirin ku hin ji wan paran, cewahirên xemlandin, tac û nîvtac, cuqe an qontuzê ber kum, guldank, serpoşê xwarekê, Qilûn, aynok, kopal, text, sencaq û gulê bersîng digirin ber xwe. Cewahirê sereke li muzeyê Elmasa Deryaya Nûrê û Textê Tawûd (Textê Xurşîd), Textê nNadirî û Goga Cewahiran in.