Mizgefta Ayasofya - Stenbol
Kanûn 16, 2021 00:54 Asia/Tehran
Ayasofya ku li taxa Sultan Ahmet a Stenbolê ye hezar û 500 sal berê wek dêra mezin a Împaratoriya Bîzansê hat avakirin û navê wê kirin Ayasofya û piştî 900 salan bi dagirkirina Stenbolê ji aliyê hêzên Osmanî ve Sultanê Osmanî ew kir mizgeft. Bi hatina Ataturk a li Tirkiya nû, Mizgefta Ayasofya bû Muzeya Ayasofya.
Avahiya berdew a Ayasofyayê (Dêra Haciya Sophia) yek ji bermahiyên herî bi qîmet ên serdema Bîzansiyan e. Ev avahîya dîrokî ya 1400 salî di nav mîrata cîhanî ya UNESCO de cih girtiye ku di dirêjahiya dîrokê de ji rêze şer û erdhejan rizgar bûye û gihêştiye vê serdemê. Roja îro Ayasofya ji aliyê mezinahî, mîmarî û bedewiyê ve wekî avahiyek ecêb û bêhempa tê zanîn.