Sipehîtiya mîmariya Îslamî-Îranî di Mizgefta Mezin a Qumê da
Tîrmeh 18, 2020 05:22 Asia/Tehran
Mizgefta Mezin a Qumê bi rûbera 12 hezar mitrên çarkunc ji mezintirîn binayên mezhebî û dîrokî ye ku li kêleka tirba paqij a Hezreta Mesûmeyê (S) û li ser destûra Ayetullah uzma Elewî Brocêrdî ji merceyên teqlîdê yên rehmetî hatiye avakirin.
Mîmariya sipehî ya vê mizgeftê ji aliyê Hosta Hisên Lurzade ji mîmarên binavûdeng ên serdema hevçerx va pêk hatiye û gumbêza vê mizgeftê jî bi rûbereke zêde ji hezar û 400 mitrên çarkunc ji mezintirîn gumbêzên Cîhana Îslamê ye.
Kaşîkariyên bedew û bêhempa yên Mizgefta Mezin a Qumê û minareyên mezin bi bilindahiya 25 mitran, mînakeke berbiçav ji hunera îslamî di vê sedsalê da ye ku awirên her rêwiyekê ber bi xwe va dikişîne.
Serepeyv