Bêhna xweş a gulên Zerbeybûn li daristanên Fendiqlû
Tîrmeh 23, 2020 17:03 Asia/Tehran
Daristana Fendiqlû beşek ji daristanên rojhilata parêzgeha Erdebîlê (Artavîlê) ye ku dûveka daristanên avûhawaya nîvgerm ya parêzgeha Geylanê ye. Devera daristana Fendiqlû ku piranî ji ber Findiq û gulên xwe yên Zerbeybûnê (Kulîkmastê) bi nav û deng e ji deverên siruştgerî û seyrana daristanî ye ku ketiye 10 Kîlometriya bajarê Nemînê û 30 kîlometriya bajarê Erdebîlê .
Zerbeybûn li tiba kevnar , dewa û dermançêkirinê , herwiha di dermançêkirina nûjen û pêşeyî û berhemanîna madeyên paqijkirinê gelekî tê bikar anîn.