Tendûra kel a kûreyê patina kelpêçan li Havîna germ
Tîrmeh 08, 2020 10:16 Asia/Tehran
Bi despêbûna demsala havînê kûreyên patina kelpêçan li parêzgeha Gulistanê ya bakurê Îranê karê xwe despê dikin. Piraniya van kûreyan li derdora gundan in .
Karkerên kûreyên pêjandina kelpêçan bi malbatên xwe ve li ode û holikên ku nêzîkî kûreyan çêkirine dijîn û di vê demsala germ de hemû endamên malbatê ku dikarin bixebitin demên xwe bi çêkirina kelpêçan û hişkirina wan li ber tavê derbas dikin.Ew heriyê amade dikin û paşê wê têxin nav qalib daku bi şiklê kelpêçan serkevin, piştre wê di nav kûreyê ya bi germatiya 950 CC dipêjin da ku wekî keviran hişk û qahêm bibin.
Gişt qonaxên amadekirin kelpêç heriyê ji qonaxa amadekirina xwelî û heriyê û heya dema xistina nav qalib û patina wê di Kûreyê de bi destê karker û amûrên destê cih tên.