Sehend, Bûka Çiyayên Îranê
Tîrmeh 07, 2020 09:44 Asia/Tehran
Sehend navê çiyayekî li bakurê bajarê Meraxeyê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a bakur-rojavaya Îranê ye. Rêzeçiyayên Sehendê wek Bûka Çiyayên Îranê tê naskirin.
Bintarên şênber û kaniyên herikbar ên wê bedewiyeke taybet pêk anîne. Ev rêzeçiya beşek ji Rêzeçiyayên Elborzê ye ku li bakurê Meraxeyê ye û lûtkeya herî bilind têda wek 'Cam' tê naskirin û bilindahiya wî 3710 meitr e.
Sehend û Cam du lûtkeyên lihevnosikî yên vê rêzeçiyayê ne.
Di lûtkeya vî çiyayî da kaniyek heye ku jibo xelkê navçeyê pîrozwer e.