Berxwedan ji bo berdewamkirina şer û berevaniya ji Filistînê amade ye
Berdevkê Cîhada Îslamî ya Filistînê got:Belge û şehediyên li Xezeyê nîşan didin ku artêşa Rejîma Siyonîst di qopiyê de asê maye û heta niha tu destkewtek bi dest nexistiye.
Mihemed El-Hac Mûsa got: Berxwedana leheng û qehremanli Xezeyê hîn jî li meydana şer li pêş û serdest e û têkoşerên me hertim qehremanî û fîdakariyên herî ecêb di warê berevaniya ji netewe û axa Filistînê depêk tînin.
Muhemed El-Hac Mûsa tekez kir: Em wek Tevgera Cîhada Îslamî tev komên din ên berxwedanê di riya rawestana li himber dijminê dagirker, wêrankirina wê û azadkirina axa Filistînê de hertim şehîdên xwepêşkêş kirine û emê vê ryê berdewam jî bikin.
Wî di dewamê de derbarê hewildanên jibo rawestandina şer û pêkanîna agirbesê li Zîvala Xezeyê got:
Tevgera Cîhada Îslamî berpirsiyar û pêbendî rêzik pirensîpên bingehîn e ku ya herî giring pêkanîna agirbesê li Zîvala Xezeyê ye ku mijareke pir bingehîn û girîng e, û mesela duyem jî vekişîn û derketina tam a hêzên dagîrker ji zîvala Xezeyê û rêketina jibo veguhertina girtiyan e, ku divê li gor xala - hemû li himber hemûyan be.