-
Êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê
Tesrîn 04, 2024 09:35Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand hejmara goriyên operasyona Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê gihêştiye 43 hezar û 374 şehîdan û 102 hezar û 261 kes jî birîndar bûne.
-
300 xalên boykotkirina Rejîma Siyonîst ji aliyê zanîngehên welatên rojavayî ve
Tesrîn 03, 2024 16:05Serokê Zanîngeha Bên Goryon a Îsraîlê ragihand, ji dema destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve zêde ji 300 xalên boykotkirina pergala perwerdehiya vê rejîmê ji aliyê zanîngehên welatên rojavayî û amerîkî ve pêk hatine.
-
Hejmara şehîdên Xezzê gihîşte 43 hezar û 341 kesan
Tesrîn 03, 2024 16:04Di halekî da ku şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê derbasî roja xwe ya 394`an bûye, wezareta tendirustiya Xezzê ragihand dijminê siyonîst di 24 saetên buhurî da 4 cinayet dijî malbatên filistînî li Zîvala Xezzê cih aniye û di encama van êrişan da 27 kes şehîd bûne û 86 kes jî birîndar bûne.
-
Hemdan: Dijmin li muzakiran cidî nîne
Tesrîn 02, 2024 14:19Osame Hemdan, endamê pilebilind ê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê( Hamas) bal kişand ser wê yekê ku dijmin li muzakireyan cidî nîne û got: Emê her planekê ku xwsteka filistîniyan misoger bike, bişopînin.
-
Derbeyên Tabûrên Qessam li siyonîstan
Tesrîn 02, 2024 14:15Li gor rapora medyan, li bakurê Xezeyê şerekî giran di rojevê d eye û têkoşerên Qessam li rojavaya kempa Cibaliyê panzêrek dan ber êrişan û têkoşerên tabûra Qudsê jî leşkerek siyonîst li rojhilatê vê kampê kuştin.
-
Zêdebûna hejmara şehîdên Xezeyê
Tesrîn 02, 2024 14:13Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê îro şemiyê derbarê zêdebûna hejmara şehîdên destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê bo 43 hezar û 259 kesî û her wiha zêdebûna hejmara birîndaran bo 101 hezar û 827 kesî agahî da.
-
Kavilkirina nivîsgeha UNRWA`yê bi destê ``artêşa terorê`` li rexê rojavaya çemê Urdinê
Tesrîn 02, 2024 13:00Serkomîserê UNRWA`yê ragihand ku Rejîma Siyonîst bi boldozeran êrişî nivîsgeheke vê rêxistinê li rexê rojavaya çemê Urdinê kir ku di encamê da ew nivîsgeha idî bi kêr nayê.
-
Komîteyên Berxwedana Filistînê ji ber bêdengiya civaka navdewletî rexne kirin
Tesrîn 02, 2024 13:00Komîteyên Berxwedanê yên Filistînê ragihanin bêdengiya civaka cîhanî li hember cinayetên Rejîma Siyonîst, nîşana têkçûneka exlaqî ya bêmînak di dîrokê de ye.
-
Berdewamiya cinayetên siyonîstan û jordaçûna hejmara şehîdan li Xezzê
Tesrîn 02, 2024 13:00Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzê hevdem ligel roja 392`an a êrişên Rejîma Siyonîst, ragihand ku di vê midehê de zêde ji 145 hezar filistînî di encama cinayetên vê rejîmê da li vê zîvalê şehîd û birîndar bûne.
-
Dagirkiran dîsan êrişî dorhêla başûr a Bêyrûtê kirin
Tesrîn 02, 2024 13:00Hêza hewayî ya artêşa terorê, îro bi awayên curbicur êrişî gelek navçeyên dorhêla başûr a Bêyrûtê kir.