-
Ebû Ubeyde beyeta Qassam bi Yehya Sênwer re ragihand
Tebax 10, 2024 03:39Ebû Ubeyde Berdevkê leşkerî yê tabûrên Qessam, şaxê leşkerî yên Hemasê ragihand ku Qessam bi Yehya Sênwar re beyet kiriye û amadebûna xwe ya tam ji bo cîbicîkirina biryarên wî radighîne.
-
Berxwedana Filistînê: Cinayeta li dibistana El-Tabiîn bi çekên Amerîkayê pêk hat
Tebax 10, 2024 07:07Komîteyên berxwedana Filistînê tevî şermezarkirina cinayeta nû ya artêşa siyonîst li dibistana El-Tabiîn a li taxa El-Dercê li navenda bajarê Xezeyê, armanca vê cinayetê koçberkirina filistîniyan bi piştgiriya Amerîkayê nirxand.
-
689 kuştî û 4 hezar û 284 birîndar, hejmara herî dawî ya kuştî û birîndarên siyonîstan li şerê Xezeyê
Tebax 10, 2024 05:35Artêşa Rejîma Siyonîst bi weşandina amarên fermî ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha 689 leşkerên dagîrker hatine kuştin û 4 hezar û 284 kes jî birîndar bûne.
-
Nivîsgeha Ragihandinê ya Xezeyê: Berpirsiyariya cinayeta dibistana taxa Dercê ser milê Amerîka û Îsraîlê ye
Tebax 10, 2024 04:56Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezeyê vê sibê şemiyê wek berteka li hember şehîdbûna zêdetirî 100 kesan di encama êrişa esmanî ya Îsraîlê ser dibistanekê li taxa El-Derc ragihand ku berpirsiyariya vê cinayeta hovane ser milê Amerîka û Rejîma Siyonîst.
-
Zêdebûna tirsa siyonîstan ji berteka berxwedanê li hember terora şehîd Heniye
Tebax 09, 2024 13:16Tirsa ji berteka giran a berxwedanê li hember şehîdbûna Îsmaîl Heniye, serokê polîtboroya tevgera Hemasê, li tevahiya navçên dagirbûyî belav bûye û rayedarên Rejîma Siyonîstî gotine xelkê vê deverê ku av û xwarinê ji xwe re zimhêr bikin.
-
Sernixûnkirina du xwefirên Rêjîma Siyonîst li başûrê zîvala Xezeyê
Tebax 09, 2024 12:58Têkoşerên filistînî bi operasyonekê 2 xwefirên sîxorî yên pêşketî yên Rejîma Siyonîst li esmanê başûrê Zîvala Xezeyê xistin xwarê.
-
308-emîn roja şerê Xezeyê
Tebax 09, 2024 12:34Di 308-emîn roja şer û jînosayda siyonîstan li zîvala Xezeyê, bombebarana hovane berdewam e û di encama van cinayetan de bi dehan filistînî şehîd û birîndar bûne.
-
Girtina 690 zarokên filistînî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve
Tebax 08, 2024 14:13Rêxistina Karûbarên Girtiyên Filistînî li raporekê ragihand ku Rejîma Siyonîst ji destpêka êrişa leşkerî ser Xezeyê 690 zarokên filistînî girtine.
-
Di roja 307-emîn a jînosayda li Xezeyê de, bombekirina malên filistîniyan ji bakur heta başûrê Xezeyê berdewam e
Tebax 08, 2024 14:12Bi derbasbûna 307 rojan ji şerê Xezeyê, Dagirkerên Siyonîst tim bombebarankirin û wêrankirina malên xelkê li navçeyên curbicur didomînin. cinayetên ku qurbaniyên wê herî zêde jin û zarok pêk tînin.
-
Ebû Merzûq: Bijartina El-Senwar derbeyeke mezin li dagirkeran e
Tebax 08, 2024 14:04Yek ji berpirsên pilebilind ên tevgera Hemasê bal kişand ser vê yekê ku bijartina Yehya Senwar wek cîgirê şehîd Heniye derbeyeke mezin li komployên Rejîma Siyonîst e û got: Dagirkeran di muhasibeyên xwe derbarê Hemasê de işkest xwarin.