May 22, 2023 09:45 Asia/Tehran
  • Tevlihevî li bajarê perravî yê Filistîna dagirbûyî; Xwefirra xweteqên li Netanyayê ket!

Di dewama dora nû ya nearamiyan li erdên dagirbûyî, çavkaniyên ibrî ragihandin ku xwefirreke xweteqên a gumanbar li taxeke bajarê peravî yê dagirbûyî yê Netanyayê li Filsitîna dagirbûyî ketiye.

Çavkaniyên ibrî her wiha ragihandin ku ev teqîn li taxeke qelebalix a bajaroka Netanyayê qewimiye ku bûye sebeb tirs û wehşet bikeve nav niştecihên vî bajarî perravê.

Li gorî vê raporê, vîdyoyên belavbûyî li erdên dagirbûyî nîşan didin ku gellek ambûlans li navendên dermanî bi cih bûne.

Çavkaniyên medyayî yên siyonîstî jî qala pêkanîna kembera ewlehiyê ya berfireh ji aliyê polîsên dagirkeran va li derdora cihê bûyerê kirin.

Hîn ti raporeke zêdetir derbarê hûrgiliyên vê bûyera gumanbar nehatiye weşandin.

Hevdem Ehmed Midellel endamê Ofîsa siyasî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê tevî hişyarkirina serokên Rejîma Siyonîst derheq komplogeriya li Beytul Muqedesê û Mizgefta Eqsayê, azade û tevahiya xwest vexwendin ji ji bo parastin û berevaniya ji Mizgefta Eqsayê bikevin tevgerê.

Wî tekez kir: Derbasbûna Bin-Gvêr bo Mizgefta Eqsayê di bin piştevaniya bi sedan leşkerî, damezirandina civîna hikûmeta dagirker li jêrzemîna vê mizgeftê û veguherandina Beytul Muqedesê bo serbazxaneyê nayê vê wateyê ku hikûmeta dagirker a zêdegav kariye hakimiyeta xwe ser Beytul Muqedes û Mizgefta Eqsayê bisepîne; di rastî da ev gişt rewşê aloz dikin û hereketa bereyên din dilezînin.

Ji aliyê din va, Muhemed Hemade Berdevkê HAMAS'ê êvara Yekşemiyê got: Operasyona bajaroka Hewareyê ku di encamê da siyonîstek birîndar bû, bersiva xwezayî bo cinayetên zehf ên Rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê ye.

Li gorî nûçeyeke din, di êrîşa leşkerên siyonîst ser Kampa Belateyê ya Nablusê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê da, heta niha sê xortên filistînî şehîd bûne.

Heyva Sor a DFilistînê berbanga Duşemiyê ragihand, Li pey êrîşa leşkerên siyonîst, hêzên Berxwedana Filsitînê û xortên filistînî bi wan ra ketin pevçûnê ku di encamê da sê xortên filistînî şehîd û hejmarek jî birîndar bûn.

 

Serepeyv