May 21, 2023 17:41 Asia/Tehran
  • Hamas û Urdinê destdirêjiya Bin Gvêr ser Mizgefta Eqsayê şermezar kirin

Tevgera Hamas'ê, Teşkîlata Xwerêveber û Wezareta Karên Derveya Urdinê destdirêjiya Wezîrê Ewlehiya Navxweyîya kabîneya Netanyahû ser Mizgefta Eqsayê şermezar kirin.

Çavkaniyên siyonîstî beriya vêya ragihandibûn ku civîna vê hefteyê ya kabîneya Rejîma Siyonîst biryar e li tûnelên bin Dîwarê El Beraq'ê were lidarxistin.

Hazim Qasim Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) roja Yekşemiyê got: Ev pêngavên cihûkirinê ku kabîneya Rejîma Siyonîst dixwaze wan di civîna xwe ya îro da pesend bike, hewlkdanek ji bo sextekarî û xalifandina pênaseya bajarê Qudsê û destdirêjiyeke aşkira li dijî gelê Filistînê û Umeta Îslamê ye.

Berdevkê Hamas'ê her wiha got: Gelê Filistînê dê têkoşînên xwe yên qanûnî ji bo berevaniya ji pênaseya filistînî, erebî û îslamî ya Qudsê bidomîne.

Ev duyemîn civîna kabîneya Rejîma Siyonîst di bin dîwarê Mizgefta Eqsayê da ji sala 2017an va ye ku bi awayê fermî hatiye qebûlkirin.

Muhemed Hemade Berdevê din ê HAMAS'ê jî tevî hişyarîdana derbarê xeterên li pêşberî Mizgefta Eqsayê, tekez kir: Dûhatên vê destdirêjiya hovane li ser ustiyê dagirkeran e.

Hemade ji çîn û qatên gelê Filistînê li Quds, Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û erdên dagirbûyîyên 1948an xwest ku bi amadebûna berfireh li Mizgefta Eqsayê, hewldanên ji bo hetikandin û cihûkirina wê tûşî şikesêt bînin.

Nebîl Ebû Redîne Berdevkê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê jî tevî hişyarîdana derbarê dûhatên xeternak ên kiryarên Wezîrê Karên Navxweyî yê kabîneya Rejîma Siyonîst, got: Destdirêjiya Îtamar Bin Gvêr bi armanca guhertina rewşa heyî linMizgefta Eqsayê pêk tê ku hewldaneke bêencam e.

Di vî halî da, Wezareta Karên Derve ya Urdinê bi daxuyaniyekê destdirêjiya Îtamar Bin Gvêr ser Mizgefta Eqsayê şermezar kir.

Bin Gvêr sibeha îro Pêncşemiyê bi piştevaniya leşkerên îsraîlî ji Babul-Muqaribeyê destdirêjî li Mizgefta Eqsayê kir.

Bin Gvêr piştî derbasbûna ji sehnên Mizgefta Eqsayê, ber bi Dîwarê Beraq'ê (cihê pêkanîna rêûrismê dînî tînî yên siyonîstan) va çû û dirûşmeyên dije-îslamî bilnd kirin.

 

Serepeyv