May 21, 2023 10:32 Asia/Tehran
  • Operasyona berxwedanê ya filistîniyan dijîleşkerên Rejîma Siyonîst

Hêzên filistînî wek bersiva bo cinaytên Rejîma Siyonîst li dijî filistîniyan, êrîşî ser leşkerên vê rejîmê li başûrê Nablusê kirin.

Rewşa van rojan a erdên dagirbûyî nemaze li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê gelekî taybet e û têkoşerên filistînî bi her alavekê bersiva cinayetên bêhejmar ên siyonîstan didin.

Medyayên ibrî ragihandin, şeva derbasbûyî operasyoneke guleavêtinê dijî erebeya hilgira bajaroknişînên siyonîst li nêzikî bajaroka Keryat Erbeyê li El Xelîlê qewimiye.

Medyayên ibrî ragihandin ku sebebkarê vê guleavêtinê bi saxî ji cihê operasyonê derketiye.

Ji aliyê din va medyayan qala qewimîna pevçûnên giran di navbera xortên filistînî û leşkerên Rejîma Siyonîst di pêvajoya êrîşa van leşkeran ser gundê Kefer Qelîlê li başûrê Nablusê di şeva borî da kirin.

Her wiha hatiye ragihandin ku hêzên berxwedana Filsitînê bi guleavêtina ber bi rawestegeheke lêgerînê ya ayîdî artêşa Rejîma Siyonîst li navçeya El-Torê ya Nablusê, ev leşker kirin armanc.

Navenda Amara Filistînê nasyar bi Me'tîyê beriya vêya di raporekê da ragihandibû ku di hefteya derbasbûyî da 203 operasyonên berxwedanê li Rexê Rojava û Qudsê qewimîne.

 

Serepeyv