May 19, 2023 16:36 Asia/Tehran
  • Siyonîstan di Meşa Alayê da êrîşî ser nûçegihanan kirin

Bajaroknişînên siyonîst di Meşa Alayê da êrîşî ser nûçegihanan kirin û hejmareke wan birîndar kirin.

Bi hezaran siyonîstî bi beşûdariya di meşa nasyar bi Alayê da, êrîşî ser nûçegihanan kirin û dirûşmeyên nijadperestane bilind kirin.

Malpera Arab48'ê di raporekê da ragihand: Bajaroknişînên siyonîst bi kevir û şûşeyan  êrîşî ser hejmareke nûçegihanan ku rûmala Meşa Alayê dikirin, kirin û hejmareke wan birîndar kirin.

Di vê raporê da hatiye: Di vê meşê da bernameyek bi navê Reqsa Alayan bi cih hat û bajaroknişînên siyonîst bi vê kiryara handêr, daxwaza derxistina filistîniyan ji Qudsê kirin.

Di meşa handêr a Alayê da her wiha hin dirûşmeyên nijadperestane dijî qewma ereb weke "Mirin ji bo ereban" û "Bila gundên we bişewitin" hatin bilindkirin.

 

Serepeyv