Adar 17, 2023 15:50 Asia/Tehran
  • Hêzên Servîsa Operasyona Taybet a Rejîma Siyonîst: Em ê ji roja Yekşemiyê va êdî xizmeta artêşê nekin

Sed kes ji hêzên alîkar ên Servîsa Operasyona Taybet a Rejîma Siyonîst ragihandin ku ew ê wek nerazîtiya li hemberî guhertinên di sîstema dadweriyê ya vê rejîmê da ji roja Yekşemiyê va xizmeta artêşa vê rejîmê nekin.

Li gorî rapora El-Meyadînê ya roja Înîyê, Medyayên Rejîma Siyonîst ragihandin ku hêzên alîkar ên Servîsa Operasyona Taybet a beşa istixbarata leşkerî, MOSSAD û Shabak’ê bi daxuyaniyekê tevî ragihandina vê nûçeyê tekez kirin ku roja Yekşemiyê yekem qanûna dîktatorî di xwendina xwe ya duyem û sêyem da dê were pejirandin ku dê rojeke wehşetnak be.

Medyayên siyonîstî jî ragihandin ku sed kes ji efserên Yekîneya Nihênî ya Hêza Asimanî ya rejîma dagirker jî bi şandina nameyekê bo Fermandeyê Hêza Asimanî ragihandin ku ew xizmeta Hêza Alîkar nakin.

Li gorî vê raporê, Bangewaziyên hêzên alîkar ên artêşa Rejîma Siyonîst ji bo xizmetnekirinê ji ber kiryarên “Benyamîn Netanyahû” Serokwezîrê vê rejîmê di hefteyên vê dawiyê da zêde bûne.

 

Serepeyv