Adar 10, 2023 16:50 Asia/Tehran
  • Ji ber guleavêtina ji Til Avîvê siyonîstek hat kuştin

Leşkerên siyonîst ragihandin ku bajaroknişînekî siyonîst ji ber guleavêtina li bajarê Til Avîvê hatiye kuştin.

Li gorî rapora malpera Kanala El-Meyadînê, Leşkerên Rejîma Siyonîst ragihandin ku yek ji sê bajaroknişînên ku êvara Pêncşemiyê ji ber operasyoneke filistînî li Til Avîvê birîndar bûbû, miriye.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin, Xortê filistînî bi navê ‘El-Mutez Billah ElXewaca’ niştecihê parêzgeha Ramullahê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê yê dagirbûyî ku operasyona berxwedanê ya şeva derbasbûyî li Kolana Dîzengofê ya Til Avîvê bi cih anîbû, şehîd bûye.

Ajansa Shahab’ê ya Filistînê ragihand, ev gulleavêtin li nav xwenîşanderan li Til Avîvê pêk hatiye ku di encamê da sê siyonîst bi giranî birîndar bûne.

Çavkaniyên siyonîstî ev operasyon wek operasyoneke bihêz bi nav kirin.

 

Serepeyv