Adar 08, 2023 16:31 Asia/Tehran
  • Navenda teknîkî-mihendisî ya Rejîma Siyonîst ket ber êrîşa sayberî

Yekîtiya Ewlehiya Sayberî ya Rejîma Siyonîst qala hicûma sayberî ya berfireh li ser Navenda Mihendisî û Teknolojiyê ya El-Texniyonê (Technion) li Heyfayê kir.

Li gorî rapora IRNA’yê ji zarê medyayên filistînî, Yekîtiya Ewlehiya Sayberî ya Rejîma Siyonîst ragihand, Komeke bi navê “MuddyWater” berpirsa êrîşa berfireh li ser Navenda Mihendisî û Teknolojiyê ya Technion’ê bûye û kariye hemî sîsteman ji kar bavêje.

Yekîtiya Ewlehiya Sayberî ya Rejîma Siyonîst  îdia kir ku vê koma hekkirinê bedalaveke taybet ku bi mebesta şîfredarkirina amûran hatiye dîzaynkirin, bi kar aniye.

Vê koma hekkirinê di kanaleke Telegramê ragihandiye ku ew ê zanyariyên ku ji navenda teknolojiyê ya Heyfayê bi dest xistiye, bi 104 Bîtkoyînan (Bitcoin) bifiroşe.

 

 

 

Serepeyv